Iraq bûye navenda êrîşê yê aliyan
Komên çekdar ên girêdayî DYA û Îranê, li Iraqê êrîşên xwe yên beramber didomînin. Welat veguherî bû yek ji navendên herî germ ê pevçûna herêmî.
Komên çekdar ên girêdayî DYA û Îranê, li Iraqê êrîşên xwe yên beramber didomînin. Welat veguherî bû yek ji navendên herî germ ê pevçûna herêmî.
Piştî şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê û şûnde rojane Iraq tê bombekirin. Li aliyekê Amerîka êrişî navend û baregehên Heşdî Şebî dike, li aliyê din komên eniya Muqaweme ya ser bi Îranê ve êrişî navend û baregehên Amerîka yên li Iraqê dike.
Di saetên êvarî de êrişî navenda Vîktorya ku hêzên hevpeyman û Dezgeha Dijeteror ya Iraqê ya li nava Balafirxaneya Bexdayê ye hate kirin.
Hate ragihandin ku di êrişê de 2 endamên dijeterorê birîndar bûne.
Li aliyê din Amerîka baregeha Heşdî Şebî ya li navçeya Cirf Sexer ya dikeve Parêzgeha Babil bombe kir.
Heta niha agahiyên li ser ziyanê vê êrişê bi dest neketiye.